Dagirkeran bombe li gundên Minbicê barandin

Dewleta Tirk a dagirker serê sibehê bombe li gelek gundên li bakurê Minbicê barandin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk a dagirker bi topên hawanê û fuzeyan bombe li gundên Ereb hesen, Ewn Dadat, Erbe Kêlo, Cerad û Mefarîd ên Minbicê barandiye.

Hate ragihandin ku herî kêm 86 fuze û topên hawanê li gundan ketine. Êrîş bi dema herêmî heta saet 09:00 jî dewam dikir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk êrîşî sivîlan dike.