Dagirkeran birîndarên li nexweşxaneya Minbicê qetil kirin
Li gorî dîmenekî hate weşandin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Nexweşxaneya Minbicê 2 birîndar bi hovane qetil kirin.
Li gorî dîmenekî hate weşandin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Nexweşxaneya Minbicê 2 birîndar bi hovane qetil kirin.
Komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Rojava, bi rêbaza DAÎŞ'ê dewam dikin. Li gorî agahiyên ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Hawarê ve hatin weşandin, di demekî li medya dîjîtal hate weşandin tê dîtin, dagirker hovîtiyê dikin. Li gorî dîmen, çeteyên dewleta Tirk dikevin hundirê nexweşxaneya li nêzî Xaçerêya Aşxane ku bi dehan sivîlên birîndar lê têne dermankirin. Çete du birîndaran bi rengekî hovane qetil dikin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dan ANHA'yê, li nexweşxaneyê bi dehan birîndar bi heman rêbazê hatin qetilkirin.
SIVÎL TÊNE QETILKIRIN
Di êrîşa SÎHA ya deleta Tirk a dagirker de ya li gundê Xerefanê ya Minbicê 10 sivîl hatibûn qetilkirin. 8'ê Kanûnê jî dagirkeran bi SÎHA êrîşî gundê Mestareha yê Eyn Îsayê kiribûn û zarok û jin jî di nav de 12 sivîl qetil kiribûn.