Dagirker sewqiyata leşkerî li gundekî navbera Til Temir û Zirganê dike

Dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe yên leşkerî sewqî gundekî navbera navçeyên Til Temirê û Zirganê kir.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, dewleta Tirk a dagirker liv û tevgera xwe ya leşkerî ya li gundê Til Menaxê ya li bakurê navçeya Til Temirê û li ser rêya navçeya Zirganê ye, zêde kir.

Hate ragihandin ku kozikên li ser girê gundê Menaxê rakirine û li şûna wan tank bi cih kirine.

Girê li gundê Til Menaxê cihekî stratejîk e ku li ser rêya navbera Til Temirê û Zirganê ye.

Sewqiyata nû ya leşkerî di demeke welê de hate kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser gundên Til Temir û Zirganê zêde bûne.