Dagirker leşkeran sewqî gundên Til Temirê dikin
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundên Til Temirê dike. Li aliyê din dagirker leşkeran sewqî gundên dagirkirîne dikin.
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundên Til Temirê dike. Li aliyê din dagirker leşkeran sewqî gundên dagirkirîne dikin.
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên Til Temirê didomin. Artêşa dagirker li gundên Amriye, Girê Şehîd Dilşêr, Begara û Depsa yên Til Temirê çekên ciran bicih dikin; li gundên Qasimiyê û Rîhaniyê hejmara çeteyên xwe zêdekirin û bi wesayîtên kar çeperên nû ava dike.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li herêmê sewqiyata leşkerî didomîne, li aliyê din bi çekên giran êrîşî gundê Um el-Kêf yê Til Temirê dikin.
Diyar bû dewleta Tirk a dagirker li gundê Rîhaniyê gelek malên welatiyan şewitandine.