Dagirker hêza xwe ya li Cerablûsê zêde dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh li herêmên Şehbayê yên dagirkirî rewşa awarte ragihandin û hêza xwe ya li Cerablûsê zêde kir. Doh bi şev top avêtin Minbicê.

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, bi çekên BKC, MG3 û hawanan doh ji Cerablûsê êrîş birin ser gundên Arap Hasan û Tolhar ên li bakurê Minbicê. Ji ber vê êrîşê tiştek bi kesî nehat. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku topeke hawanê ya ji Cerablûsê hate avêtin li sînorê gundê Arap Hasan-Cerablûsê, yek jî li gundê Arap Hasan ketiye.

Piştî ku Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker R. Tayyîp Erdogan doh got, "Em ê di nava çend rojan de dest bi tevgera rojhilatê Firatê bikin", ji Kîlîsê konvoyeke ji 200 wesayitî derbasî Cerablûsê hate kirin. Çavkaniyên xwecihî gotin, di nava konvoyê de tank û gelek wesayitên zirxî hene.

Dewleta Tirk a dagirker ku sewqiyata leşkerî li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê dike, li herêmên dagirkirî; Efrîn, Mare, Bab, Cerablûs, Exterîn, Ezaz û Raî ji bo 2 rojan rewşa awarte îlan kir.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, piştî teqînên doh ên li Ezaz, Raî û Babê, hemû çete ketine nava liv û tevgerê. Nobedên li navenda bajaran zêde bûn. Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, ku çeteyan ji gel re gotine ku divê heta îro danê êvarê dernekevin derve û bi vî rengî hewl didin bajêr kontrol bikin.