Dagirker bi dijwarî Til Temirê bombebaran dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvro de bi dijwarî dest bi bombebarankirina bajarê Til Temirê yê girêdayî Kantona Cizîrê û derdora wê kir.

Li gorî agahiyên hatine girtin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser gelek gundên li bakur û rojavayê bajar didomînin.

Artêşa dagirker û çeteyên wê li bajarê Til Temirê cihekî sewalan û stasyona kehrebeyê û gundê Um El Kêf topbaran kir. Di van kêliyan de gundên Dirdara, Ebûş, Şêx Elî, Mislieta, Qibûr El Qeracîna, Um El Xêr û Xiwêtila yên bakurê bajarê dane ber topan.

Her wiha gundên Til Kêfcî, Til Kirbêt, Bab El Xêr, Til Cuam, Gozeliyê, Til Leben, Tewîla, Til Tewîl, Deşîşa, Siker, Ihêmer û Mehel ên rojavayê bajar tên topbarankirin.