Dadgeha Gel ji ber xiyanetê biryara girtina Elîko û Biro da

Dadgeha Gel a Bakurê Sûriyeyê, ji ber ku di dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê de cih girtine biryara girtina endamên ENKS'ê Fûad Elîko û Îbrahîm Biro da.

Dadgeha Gel a Bakurê Sûriyeyê, der barê endamên ENKS'ê Fûad Elîko û Îbrahîm Biro de biryara girtinê da.

Dadgehê der barê biryarê ev daxuyanî da:

"Piştî 7 sal di ser aloziya Sûriyayê re derbas bû û çeteyên DAIŞ'ê ku bibûn metirsiya herî xeter li herêmê û cîhanê têk çûn, ewlekarî li herêmên Bakurê Sûriyê gihişt asta xwe ya herî baş. Lê Dewleta Tirk a ji destpêkê piştgiriya DAIŞ'ê dike, ev têkçûna wan tehmûl nekir. Lewma bermahiyên çeteyan li ba xwe kom kirin, da ku wan di dagirkiriya Efrînê de bi kar bîne. Efrîna ku bi dehezaran welatiyên Sûriyê yên ji gelek herêman koçber bibûn lê bi cih bibûn, Efrîna ku bibû sembola aştî û aramiyê li herêmê dagir kirin û wêran kirin.

Dewleta Tirk di êrîşa li ser Efrînê de hemû cûreyên çekên giran û balafiran bi kar anî. Ne tenê çek bikar anî, di heman demê de di rêya çapemeniya xwe jî şerê taybet li dijî welatiyan da meşandin û xwest raya giştî û gelê Efrînê bixapîne, her wiha da ku dagirkeriya xwe rewa nîşan bide. Di heman demê de hin keseyatên kurd ên çete derxistin, da ku rastiyan berovajî bikin. Ji komên çete yên kurd ên cihê xwe di nava çeteyan de girtin jî komên bi navê Siqûr El-Ekrad, Ketaib Selahedîn El-Eyûbî, Ketîbeya Azadî û Ketîbeya Mişel Temo ne.

Van koman di qetilkirina gelê kurd û wêrankirina herêmên wan de cih girtin. Piraniya van koman siyaseta ENKS'ê esas digrin, di heman demê de siyasetmedarê ENKS, li ser zimanê endamê wê yê di nava Koalîsyona Opozisyonê de Fûad Elîko ev tişt piştrast kir û got ku 6 komên wan ên çete yên kurd di êrîşa li ser Efrînê de cih digirin.

Ev yek hevkariya di navbera ENKS û dewleta Tirk a dagirker ku Efrîn wêran kir de nîşan dide. Di heman demê de Serokê Berê yê ENKS'ê Ibrehîm Biro daxuyanî dabû û got ku ew ê Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê têk bibin. Ev di rêya dagirkirin û wêrankirina bajarên kurdî û wêrankirina gelê wê de pêk tê.

Girtina nehcê dijminatî ya bi şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê ku endamên ENKS'ê ku partiya Yekîtî  ya Kurd li Sûriyê nûnertiya wê dike, dikeve xeta îxaneta bi gelê kurd û destketiyên wan ku bi xwîna ciwanên kurdan hatine bidest xistin. Tevî vê hevkariya di navbera partiya Yekîtî û beşdarbûna wan dagirkeriya Efrînê de diyar e. Li ser vê yekê li dijî endamê ENKS'ê Fûad Elîko û Ibrehîm Biro doza derbarê dijîtiya gelê kurd hatiye vekirin.

Li gorî yasa û tevgerên wê yên qanûnî li ser doz û giliyên li dijî wan kesên navborî ku ji aliyê welatiyên ji Bakurê Sûriyê û malbatên Şehîdan ve hatine vekirin. Diyar bû ku enamên ENKS'ê bi Koalîsyona Opozisyona Sûriyê re li dijî gelê Bakurê Sûriyê dijminatî kiriye û rola wan di dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyê de heye.

Li ser vî esasî saziyên me yên dadwerî û ewlekarî biryara girtinê derheqê wan kesan de da û li pey wan ketin, da ku li gorî qanûnan lêpirsîn bi wan re were kirin."