DAÎŞ'ê êrîş bir ser otobusa leşkerên Şamê: Herî kêm 23 leşker mirin

Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser otobusekê ku leşkerên Şamê tê de bûn. Herî kêm 23 leşker hatin kuştin. Bi dehan leşker jî winda ne.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li herêma Dêra Zorê roja Pêncşemê li hemberî otobuseke artêşa Şamê êrîşek hate kirin. Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye kirin.

Saziyê ragihand ku di encama êrîşê de herî kêm 23 leşker mirine, 10 birîndar bûne û bi dehan leşker jî winda ne.

Ji destpêka meha Tebaxê û vir ve êrîşa sêyemîn a mezin a DAÎŞ'ê ye ku li hemberî artêşa Şamê dike.

Roja Duşemê jî li Reqayê 10 leşker, 1'ê Tebaxê li çola li navenda welêt 5 jê leşker 7 kes ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn kuştin.