Ciwanên TEV-DEM'ê: Em ê li hemberî xiyanet û dagirkeriyê li ber xwe bidin

Ciwanên TEV-DEM'ê yên herêma Firatê bi daxuyaniyekê li ber êrişên dagirkeriyê rabûn û destnîşan kirin, ku ew hêza parastina civaka xwe ne, wê li dijî xiyanet û dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Têkildarî gef û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Ciwanên TEV-DEM'ê yên herêma Firatê li Kobanê li ser rêya Helebê daxuyaniyek dan.

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Kobanê Basil Bozo daxuyanî da û diyar kir, dewleta Tirk a dagirker ku li Zapê têk diçe, vê carê êrişî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê her tim têbikoşin û nehêlin dagirkerî bikeve nava axa wan.

Basil Bozo anî ziman ku di encama têkoşîna bi dehan salan a gelê Kurd de destketiyên mezin hatine afirandin û got, "Li hemberî vê yekê, di serî de dewleta Tirk a dagirker, dijmin bi hevkarên xwe êrişî xaka me û gelê me dike.

Dewleta Tirk dixwaze herêmê dagir bike û hebûna gelê Kurd tune bike. Lewma em şerê hebûn û tunebûnê dimeşînin. Bi taybetî di nava van du salên dawî de êrişên dijminê faşîst pir bi hovane bi her cûre teknîkê û çekên kîmyewî tê meşandin. Van du mehên dawî bi giranî êrişê dibe ser çiyayên Kurdistanê û bi rengekî hovane êriş dike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker ku li Zapê xitimî ye, vê carê êrişê dibe ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê û dixwaze xaka Kurdistanê dagir bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku ciwanên TEV-DEM'ê hêza parastina civaka xwe ne, lewma li hemberî xiyanet û dagirkeriyê wê li ber xwe bidin.