Ciwanên Rojava piştgirî da 'Pêngava Azadiyê'
Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku ew piştgiriyê didin Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî.”
Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku ew piştgiriyê didin Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî.”
Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk çalakiyek li parka 4'ê Nîsanê ya Hesekê li dar xist û bi daxuyaniyekê piştgirî da Pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî."
Endamê meclîsê Ehmed Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, 25 sal ji ser girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas bûn û li girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke dermirovî û derexlaqî tê meşandin. Meclîsê diyar kir ku tecrîd li dijî pîvanên navneteweyî û sûcekî dermirovî ye.
Meclîsê piştgiriya xwe bi pêngava cîhanî ya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ragihand got: "Em Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk bi hemû rêxistinên, partî û rêxistinên jinên ciwan û ciwanên demokratîk, bi coş tevlî vê pêngavê dibin. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî ya hatiye ferzkirin şermezar dikin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin. Em bang li tevahî gelên bindest, jin û ciwanan dikin ku tevlî pêngavê bibin û piştgiriyê bidinê, da ku armancên Rêbertî yên avakirina Rojhilateke Navîn a demokratîk û azad ji bo tevahî gelan û mirovan pêk were."