Ciwanên Rojava li dijî faşîzma Erdogan ketine nava seferberiyê

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YRC), diyar kir ku li dijî faşîzma Erdogan dest bi pêngava seferberiyê kirine.

Koordînasyona Giştî ya YRC’ê wiha got: “Di bin şîara “Welat Welatê Me YE, Tolhildan Soza Me ye” pêngavekî nû dane destpêkirin. Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Ji Dicle heta Firatê, ji Dêrik heta Efrîn, Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Minbic û Şehbayê ji bo tolhildana şehîdên Qereçoxê em serfer bin û li dijî faşîzmaya Erdogan û çeteyên wî û ji bo avakirina jiyaneke azad têbikoşin.”

YRC a ku diyar kir ku têkoşîna ku li dijî DAIŞ’ê El Nûsra didin kirin di heman demê de li dijî leşkerên Tirk ên dagirker jî ye, bang li hemû ciwanên Sûriyeyê kirin ku bi awayekî aktîv di pêngavê de cih bigirin.

Daxuyaniya Koordînasyona YCR’ê wiha ye:

” Em di qonaxeke dîrokî ji şoreşa gelan de derbas dibin, em di vê şoreşê de têkoşînê dikin, dijminê me yên faşist û dagirker ji tirsa di nava wan de, bi awayekî hovane êrîşî deskeftiyên me dikin. Dagirkeriya Tirkiyê di hewldanên xwe yên qirkirima me de berdewam e, ji ber ku xwe li ser esasê şer, qirkirin û talankirina ava kiriye.

Hikûmeta AKP‘ê ku Erdogan serkêşiya wê dike, li beramberî destkeftiyên şoreşa Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê hişê xwe wenda kiriye, wekî ku biçe ber bi mirinê êrîş dike. Hew wiha pîlanên wê yên qirêj bi PDK‘ê û ENKS‘ê re hene, ev hêzên xayîn bûne beşek ji dijminên me, rojane ji bo têkbirina şoreşa me di nava liv û tevgerê de ne. Xeta îxanetê ya li Kurdistanê di PDK‘ê û ENKS‘ê xwe temsîl dike.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava û Bakurê Sûriya ne tişekî nû ye, şerê me yên li dijî DAIŞ û El-Nusra şerê li dijî dewleta Tirkiyê ye, şehadeta 20 rêhevalên me li Qereçoxê despêka merheleyeke nû ye.

Em wekî ciwanên Apoçî yên Rojava-Bakurê Sûriyeyê wê bersiva me berxwedan û tolhildan e, em têkoşîna xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyê û îxanetê xurt bikin û xeta ber bi serkeftinê ya şehîdan bidomînin.

Li ser vî esarê, em pêngava xwe ya nû ya bi şîara “Welat welatê me ye û tolhildan soza me ye” radighînin, ji Dicle heta Firatê, ji Dêrik heta Efrîn, Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Minbic û Şehbayê ji bo tolhildana şehîdên Qereçoxê em serfer bin û li dijî faşîzmaya Erdogan û çeteyên wî û ji bo avakirina jiyaneke azad têbikoşin.

Em bang li hemû ciwanên Rojava-Bakurê Sûriyeyê dikin ku bi heyecanek mezin beşdar pêngavê bibin, yekîneyên parastinê ava bikin, xwe bi rêxistin bikin, bê tirs dakevin qadan û serhildanan da ku tola şehîdên xwe rakin, werin! em ê xwîna ciwanên ku giyanên xwe ji bo parastina gel kirin mertal li erdê nehêlin.”