Ciwanên Rojava ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Bi sedan ciwan bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Şera ya Kantona Efrînê di çarçoveya pêngava “Serî Hilde” de ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşaleyan meşek lidar xistin.

Di meşê de li gel ciwanan welatiyên navçeya Şera û Meydanekê ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan, Kongreya Star û TEV-DEM‘ê hilda bûn ji Goristana Şêx Berekat dest bi meşê kirin û di nava kolanên sereke yên navçeyê de bi dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ geriyan.

Meş li stadyoma navçeyê veguherî mîtîngê. Ciwanan piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdên azadiyê û şûn de daxuyaniyek dan.. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a Navçeya Şera Lîna ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin ku armanca tecrîdê ew e ku gel ji fikir û felsefeya Ocalan were derxistin, wiha hate gotin: “Em ê heta azadiya Ocalan têkoşîna xwe berdewam bike.”

Piştî daxuyaniyê jî, ji Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Navçeya Meydankê Silêman Reşîd jî axivî û got ” Em wekî ciwanên Rojava di azadiya Ocalan de azadiya xwe dibînin, bersiva me wê berxwedan û serhildan be. E m ê li hember dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bikin û xeta şehîdên xwe berdewam bikin.”

Çalakî bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî’ ve bi dawî bû.