Ciwanên Reqayê: Em amade ne ku li ber xwe bidin

Ciwanên Reqayê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê dan û gotin ku ew amade ne li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

Di xwepêşandana ji çerxerêya kolana 23’ê Sibatê dest pê kiriye de, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekîtiya Jinên Ciwan û şêniyên Reqayê beşdar bûn. Xwepêşandêran Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) silav kir û dagirkeriya Tirk û topbarana wê şermezar kir.

Xwepêşandan li çerxerêya El Neîm rawestiya û veguherî mîtîngê, di mîtîngê de Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Reqayê, Ela El Xelef wiha axivî: “Me îro ji bo bersivdana êrîşên dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê me li Kobanê, Eyn Îsa, Girê Spî û Şehbayê ev xwepêşandan li dar xist. Eger pêwîst bike em wê ne tenê xwepêşandanan li dar bixin lê belê em wê li rex QSD`ê bin da ku gel û herêmê xwe biparêzin.”

El Xelef di dawiyê de got: “Em amade ne li gorî rêgeza Şerê Gel ê Şoreşgerî li ber xwe bidin. Divê em li hember van êrîşan amade bin û gelê xwe ji xeteriyan biparêzin.”