Ciwanên Kobanê li dijî dagirkeriyê dest bi meşa dirêj kirin
Ciwanên herêma Firatê, bi meşeke dirêj li ber gef û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk radibin. Meşa dirêj bi dirûşma "Berxwedan dirûşma me ye, azadî mafê me ye" tê lidarxistin.
Ciwanên herêma Firatê, bi meşeke dirêj li ber gef û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk radibin. Meşa dirêj bi dirûşma "Berxwedan dirûşma me ye, azadî mafê me ye" tê lidarxistin.
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya herêma Firatê, ji bo rabûna li ber êrişênd agirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bi dirûşma "Berxwedan dirûşma me ye, azadî mafê me ye" dest bi meşeke dirêj kirin.
Meşê ji gundê Têrî yê navçeya Şêran (13 kîlometre li rojhilatê bajarê Kobanê) dest pê kir. Bi sedan ciwan tevlî meşê bûne.
Beriya meş dest pê bike, daxuyaniyek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê ve hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê ciwanê bi navê Ehmed Elî Ehmed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide û şopdarên rêya şehîdên ku ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd û Kurdistanê canê xwe feda kir.
Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk di nava 6 mehên bihurî de êrişên hovane li dijî gerîlayan didomîne, çekên kîmyewî di êrişên xwe de bikar tîne û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne, li hember vê yekê jî civaka navneteweyî bêdeng e û ev yek hevkariya wê bi dewleta Tirk re eşkere dike.
Di daxuyaniya Yekitiya Ciwanên Şoreşger de hate ragihandin ku di demên dawî de dewleta Tirk êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bajarê Kobanê bi taybet zêde kiriye.
Ciwanan teqezî li ser bilindkirina têkoşînê kir û di dawiyê de got, divê hemû ciwan li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin û destekê bidin hêzên leşkerî.
Piştre jî bi hildana wêneyên şehîdan meşê dest pê kir.
Tê payîn ku meşa dirêj 2 rojan dewam bike û meşvan 13 kîlometre bimeşin heta ku bihêjin navenda bajarê Kobanê.
Ji 23'ê Hezîrana 2020'an ve di encama bombebarana balafirên bêmirov li ser herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 13 kes şehîd bûne.