Ciwanên Kobanê: Heval Harun bi îrade û berxwedaniyê li dijî îxanetê li ber xwe da
Ciwanên Kobanê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan dan ku li navçeya Hezex a Şirnexê gerîlayê HPG’ê Harun Elbak radestî dewleta Tirk hat kirin.
Ciwanên Kobanê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan dan ku li navçeya Hezex a Şirnexê gerîlayê HPG’ê Harun Elbak radestî dewleta Tirk hat kirin.
Ciwanên Malbata Şehîdan a Kobanê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan dan ku li navçeya Hezex a Şirnexê gerîlayê HPG’ê Harun Elbak radestî dewleta Tirk, hat kirin.
Daxuyanî ji aliyê Mihemed Mehmûd ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin. “Em ji kelha berxwedanê Kobanê silavên xwe ji gerîlayên azad re dişînin. Bi destê îxanetkaran Hevrê Harûn teslîmî dewleta Tirk a dagiker hat kirin. Heval Harûn bi îrade û berxwedaniyê bê navber li dijî îxanetê li ber xwe da. Kes nikare vîna me bişkîne û em bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li hemberî van kiryaran rabin ser piyan.”