Ciwanên Kobanê bi meşaleyan li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ciwanên Kobanê bi meşaleyan meşiyan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşaleyan meşek li dar xistin. Ciwanan êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku ew bi berxwedana gerîla re ne.

Ciwan li ber Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer li hev civiyan û ber bi Qada Jin a Azad ve meşiyan. Ciwanên ku meşale hildan bi dirûşmên xwe berxwedana gerîla silav kirin.

Piştî ku girseya gel gihîşt Qada Jin a Azad, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Mihemed Mehmûd daxuyanî da û diyar kir ku ciwan wê timî bi berxwedana gerîla re bin.