Ciwanên herêma Firatê li dijî xiyanetê meşiyan
Ciwanên herêma Firatê bi dirûşma "Bimire xiyanet, Bijî berxwedana gerîla" ji bo şermezarkirina xiyaneta li Şirnexê û radestkirina gerîlayê HPG'ê Harûn Alpak meşiyan.
Ciwanên herêma Firatê bi dirûşma "Bimire xiyanet, Bijî berxwedana gerîla" ji bo şermezarkirina xiyaneta li Şirnexê û radestkirina gerîlayê HPG'ê Harûn Alpak meşiyan.
Li navçeya Qinê ya li rojavayê bajarê Kobnê, bi dehan ciwanên ji herêma Firatê li hev kom bûn û meşek lidar xistin.
Meşa ku bi dirûşma "Bimire xiyanet, Bijî berxwedana gerîla" hate lidarxistin, heta gundê Qordînê dewam kir.
Li gundê Qordînê jî ciwanan ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz girtin û piştre endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Hîlal Xalib daxuyaniyek da.
Xalib got, dijmin bi rêya xiyanetê karê xwe dimeşîne ji ber ku bi rêya şer nikare bi ser bikeve. Xalib got, "Em ê li hemberî her cûreyê xiyanetê serî hildin û wan tune bikin."