Ciwanên Helebê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê vê êvarê bi meşeke bi meşalayan piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Di çarçoveya çalakiyan de ku ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê daketin qadan û li pêşiya hola civînan a li a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest bi meşê kir.

Di meşê de ciwanan dirûşmeyên “Bimire xiyanet”, “Bimire faşîzim”, “Bimire Erdogan”, “Bijî berxwedana gelan” berz kirin û heta herêma Cebanat a li rojhilatê taxê meşiyan. Li vir, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê Hêva Bekir axivî.

Bekir destnîşan kir ku ew li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê rabûn û got: “Lê belê ji ber ku dewleta Tirk di wan êrîşan de bi bin ket şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafiran bombebaran kir.”

Bekir diyar kir ku hedefgirtina rasterast a sivîlan nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker li hember Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêze neçar maye rêbazên qirêj bi kar bîne.

Bekir destnîşan kir ku divê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hesabê gavên xwe bikin ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê welatparêz e û dê heta dawiyê li ber xwe bide