Ciwanên Helebê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin qadan û li hember sûcên dewleta Tirk, piştgiriya berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Bi sedan ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan û piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriye kirin. Komîteya Ciwanan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê xwepêşandan orgenîz kir. Bi sedan ciwan li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Tevgera Jinên Ciwan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Xwepêşandan li herêma Cebênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd rawestiya û veguherî mitingê. Li vir endama Komîteya Ciwanan a Meclîsa Malbatên Şehîdan Sewsen Ismaîl axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşan dixwaze herêmê vale bike.“

Sewsen anî ziman ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan bi dest xistine, biparêzin.