Ciwanên Efrînê li hemberî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Ciwanên Efrînê, Tevgera Çand û Hunerê û Komîteya Perwerdehiya Demokratîk a Şehbayê li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê meşek li dar xist.

Ciwanên Efrînê, Tevgera Çand û Hunerê û Komîteya Perwerdehiya Demokratîk a Şehbayê li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê li navçeya Fafînê ya Şehbayê meşek li dar xist. Girse bi dirûşmeya “Werin Cenga Azadiyê“ heta dibistana Siwaqa meşiyan. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin.

Girseyê li ber dibistana Siwaqa daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Reşîd Silêman axivî. Silêman anî ziman ku ji dîrokê ve PDK xiyanetê li gelê Kurd dike û got: “Em ê tu carê li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyanetê serî netewînin.“

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bimre xiyanet“ bi dawî bû.