Ciwanên Efrînê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li navçeya Ehdas ya Şehbayê ciwanan bi dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê“ meşek girseyî li darxistin.
Li navçeya Ehdas ya Şehbayê ciwanan bi dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê“ meşek girseyî li darxistin.
Li navçeya Ehdas ya Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Efrînê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê“ meşek girseyî li darxistin. Meşa ciwanan di ketina gundê Til Qerah ê navçeya Ehdasê de destpêkir, heta Meclîsa Malbatên Şehîdan berdewam kr. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên “Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê“ hatin hildan.
Meş li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji bo şehîdan rêz hate girtin û daxuyanî hate dayîn.
Endama Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Rolyana Dawud daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.
Dawud destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullalh Ocalan sûçê li dijî mafê mirovan dike û wiha got: “Bi tecrîda girankrî dewleta Tirk hemû gelên azadî xwaz dike hedef. Dixwazin bi tecrîdê têkiliya Rêber Apo û gel ji hevdû qut bike.“
Di dawiya daxuyaniyê bêdengiya rêxistinên hiqûqî ya li hemberî tecrîdê hate şermezarkirin û hate gotin ku heta Rêber Apo negihêje azadiya xwe ya fîzîkî em ê li qadan bin.