Ciwanên Çilaxayê: Bila qada hewayî ji balefirên şer ên Tirk re were girtin

Ciwanên Çilaxayê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û xwestin qada hewayî ji balefirên şer ên Tirk re were girtin.

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi armanca şermazarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist.

Meş li pêşiya saziya perwerdeyê ya navçeyê dest pê kir û di kolanên sereke yên navçeyê de geriya. Di meşê de pankartên "Qada asîmanî li ber êrişên dewleta Tirk bigirin" hatin vekirin û diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Paşê meş veguherî mîtîngê û deqîqeyeke rêz hate girtin, endamê rêveber ê Tevgera Xwendekaran Hogir Elî axivî, diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike û ji bêdengiya navneteweyî sûdê digire û êrişan pêk tîne.

Hogir Elî diyar kir ku dewleta Tirk di şerê xwe yê taybet de di serî de ciwan û xwendekaran dike hedef da ku vîna civakê û rihê wê yê şoreşgerî bişkîne. Her wiha bang li ciwan û xwendekarên herêmê kir ku li hemberî êrişên Tirkiyeyê helwesta xwe zelal bikin.

Di dawiya mîtîngê de dirûşmeyên bang hate kirin ku bila dewleta Tirk ji Sûriyeyê derkeve.