Ciwanan li Reqa û Qamişlo jî li qadan bûn
Tevgera Ciwanên li Reqa û Qamişloyê bi çalakiyan bikaranîna çekên qedexe û gazên kîmyewî protesto kirin.
Tevgera Ciwanên li Reqa û Qamişloyê bi çalakiyan bikaranîna çekên qedexe û gazên kîmyewî protesto kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşma ‘Tolhildan’ daketin qadan. Ciwanan ji ber avahiya navenda xwe ya Reqa dest bi meşê kir û heta Mizgefta Kevnar a navenda Reqayê dom kir. Ciwanan bê navber dirûşmên piştevaniya bi Gerîlayên Azadiyê re qîr kirin.
Ciwanan li Kolana 23 Sibetê jî şanoyek pêş kêş kir û bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî.
Li vir li ser navê ciwanan Bûşra Ehmed axivî û diyar kir ku divê ciwanên Kurd û Ereb bi hev re li hember faşîzmê bisekine.
QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo jî Tevgera Ciwanên Şoreşger li hev kom bûn û li Tilmarûfa çalakiyek kirin. Ciwanan bi çalakiya xwe bêdengî û çekên qedexe yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn protesto kirin.