Ciwanan êrîşên li dijî Eyn Îsayê protesto kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanan a Minbîcê êrîşên li dijî Eyn Îsayê protesto kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanan a Minbîcê ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Eyn Îsayê meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de alaya QSD’ê ya 150 metre û portreya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

Di meşê de daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Tirkiye û çeteyên girêdayî êrîşên li dijî Eyn Îsayê bênavber didomînin. Di 17’ê Cotmeha 2019’an de ji bo sekinandina êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirbestek hatibû îmzekirin lê Tirkiye û çeteyên girêdayî wê vê agirbestê binpê dikin.

Em Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanan a Minbîcê berxwedana QSD’ê  ya li herêma Eyn Îsayê silav dikin û diyar dikin ku em bi berxwedana wa re ne. Wê têkoşîna me ya li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê bidome û em ê bi ser bikevin. Em bang li ciwanê welatparêz û malbatên wan ê têkoşer dikin ku bila li hemberî van êrîşan serî hildin, em xwedî li deskeftiyên şoreşê derkevin.”