Cinêv-8 wê bê rejîmê dest pê bike!

Hazirî têne kirin ku cara 8’an a hevdîtina Cinêvê îro êvarî dest pê bike, hê agahiyeke zelal nîn e bê ka şandeya rejîmê wê biçe Cinêvê yan na.

Bi armanca çareseriya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, di bin pêşengtiya Netewên Yekbûyî de hevdîtinên Cinevê pêk hatibûn. Tûra 8’an a hevdîtinan îşev dest pê dike. Aliyê mûxalîfan ku dibin yek banê dî wê tevlî hevdîtinan bibe û li Cenevreyê amade ne lê agahiyek têkildarî tevlîbûna aliyê rejîmê ji bo hevdîtinan ne diyar e.

Dibin pêşengtiya nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra û ekîba wî de, di nava plananên hevdîtinê de, mijarên  hilbijartinên rêveberiya demdemî a ku bi biryara mijara 2225 a Sûriyeyê ya Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî de, Destûra Bingehîn û têkoşîna li dijî terorê were nirxandin.

Heftiya bihurî bi pêşengiya Mîstûra piştî civîna li Riyadê muxalîfan diyar kiribûn ku ew ê di bin banekî de tevlî hevdîtinên cara 8’an a Cinêvê bibin. Di nav şandeya siyasî û leşkerî ya muxalîf de ku wê bi pêşengiya Nasir Harîrî bi navê Komîteya Biling a Muzakereyan tevlê bibin, tê payin ku 36 kes hebin.

Di daxuyaniya berdevkiya ofîsa Cinêvê ya NY’yê de hate gotin şandeya muxalîf li Cinêvê ye û saet 16.00’an li bûroya Cinêve ya NY’yê ji hêla Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY’yê Mîstûra ve were pêşwazîkirin. Li hêla dî hê ti daxuyanî nehatiye dayin bê ka şandeya rejîmê wê biçe Cinêvê yan na.

De Mîstûra di Konseya Ewlehiyê ya NY’yê de gotibû şandeya rejîmê hê nehatiye Cinêve.