Cîgerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn

Helbestvan û nivîskarê Kurd Cîgerxwîn di salvegera 39'an a koça dawî de li ser gora xwe hate bîranîn.

Yekitî, tevger û desteyên çandê yên li herêma Cizîrê bi wesîleya salvegera 39′an a koça dawî ya helbestvan û nivîskarê Kurd Cîgerxwîn merasîmek lidar xistin.

Merasîm li ser gora helbestvan a li mala wî ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê hate lidarxistin. Bi dehan endamên Yekitiya Rewşenbîran a Kurd a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûryeyê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (TEV-ÇAND), Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Wêje û Çanda Kurd, partiyên siyasî, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Yekitiya Çandê ya Herêma Cizîrê Xalis Mesor bixêrhatina beşdran kir, helbestvan Cîgerxwîn bi bîr anî û wiha got: "Cîgerxwîn stêrka me tevan ronî dike. Ew di dilên me de zindî ye, jiyana xwe tevahî xiste oxirê gelê xwe yê Kurd. Bi helbestên xwe moral da gelê xwe. Gelek pirtûk û helbest li ser dîroka Kurdan nivîsî ku gelê xwe û tevahî gelên din dîroka Kurdan binasin."

Dûre peyama malbata helbestvan Cîgerxwîn ji hêla Gerînendetiya Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnameanên Kurd li Sûriyeyê ya li Qamişloyê Behrîn Osê ve hate xwendin. Di peyamê de spasiya tevahî beşdarên merasîma bîranînê hate kirin û hate gotin kombûna we hemûyan a îro li dora gora helbestvan Cîgerxwîn û di vê qonaxa cîhan tevahî û gelê Kurd di gefan re derbas dibin cihê serbilindiyê ye.

Di peyamê de hate destnîşankirin ku yekitiya Kurdan armanca helbestvan Cîgerxwîn a sereke bû, ji lew re erka îro li ser milê hemûyan xebata di aliyê çand û wêjeyê de ye.

Endamê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Ebdulmecîd Xelef axivî û got divê tevahî berhemên helbestvanên Kurd ên koça dawîn kirine bi taybet helbestvan Cîgerxwîn werin lêkolînkirin, da ku derbasî meteryalên dibistan û zanîngehan bin û gel nas bikin û tevahî nifş xebatên wan ên çandê yên binirx bizanin.

Dûre helbestvan Kolal Kasanî û Beşîra Derwêş hin malik ji helbestên Cîgerxwîn xwndin.

Di dawiyê de Yekitiyên Çandê kulîlk danîn ser gora Cîgerxwîn.