Cenazeyên şervanên YPG'ê Xalid û Siwar hatin veşartin

Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanên YPG'ê  Xalid Elîko û Siwar Şêxo bi merasimekê veşartin.

Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanên YPG'ê  Xalid Elîko (Hemze Efrîn) û Siwar Şêxo (Birûsk Qendîl) ku li gundê Îska dema ku li hember êrîşên çeteyên dewleta Tirk li ber xwe dan, jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq a li Gundê Metîna ya navçeya Şera veşartin. Her wiha nasnameya gerîlayekî HPG'ê hat eşkere kirin.

Girseya gel cenazeyên şervanan ji Nexweşxaneya Avirîn a bajarê Efrînê wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê. Di merasîma oxirkirinê de, Endamên Sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM′ê, Kongreya Star û şervanên YPG/YPJ′ê amade bûn.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtina deqîqeyekê ya ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre şervanê YPG′ê Mihemed Qereso, Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş û Seroka Desteya Karê Derve ya Kantonê Silêman Cefer, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin û diyarkirin ku armanca Tirkiyeyê û çeteyên ji hedef girtina herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê, şikandina vîna gelên herêmê ye.

Her wiha hat gotin ku bi saya berxwedana şervanên YPG/YPJ′ê israra gel zêde dibe û soza şopandina rêya şehîdan, hat dayîn.

Piştre nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Her wiha nasnameya gerîllayê HPG′ê Rêber Misto (Çekdar Mêrvan) ku di 2′ê Gulanê de li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat eşkerekirin. Piştî nasname hat xwendin, radestî malbatê hat kirin.

Piştre cenazeyên şervanên YPG'ê Xalid Elîko (Hemze Efrîn) û Siwar Şêxo (Birûsk Qendîl) bi tilîlî û dirûşmeyan li goristanê hatin veşartin.