Cenazeyên şervanê YPG’ê Nisêbin û Amed hate veşartin

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Reşo Nisêbin û Birûsk Amed ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebad spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanê YPG’ê Serkan Solm (Reşo Nisêbîn) û Berxwedan Dîcle (Brûsk Amed) ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê û Hêzên Erka Xweparstinê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre yek ji fermandarên YPG’ê Mihyedin Xêrkîlî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Em soz dikin ku xwîna şehîdan wê li erdê ne mîne. Projeya netewa demokratîk rêya çareserî û avakirina civakekî exlaq, polîtîk ku Rêber Ocalan jî wê bangê dike.”

Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk Seîd Sîpan jî di kesayeta herdu şehîdan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Şehîdên me xaka Rojava bi xwîna xwe avdan. Bi fikirê Ocalan gelên Bakûrê Sûriyeyê yekîtiya xwe ava dikin.”

Piştre nasnameya herdu şehîdan hate xwendin. Ji Bakurê Kurdistanê bavê şehîd Reşo bi rêya telefonê axaftin kir û got ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilinde û diyar kir ku kurê wî ji bo azadiya gelê xwe şehîd bû. Bavê Şehîd Reşo spasiya kesên ku beşdarî merasîmê kurê wî bûne, kir.

Di dawiyê merasîmê de girseya gel bi tilîlî û dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ cenazeyê herdu şehîdan spartin axê.