Cenazeyên şehîd Serdar û Rêzan hatin veşartin

Welatiyên herêma Dêrikê cenazeyên şervanên YPG’ê Etiya Seyah (Serdar) û Delîl Resûl (Rêzan Gabar) ên di Pêngava Rizgarkirina Bagara Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmek heybet veşartin.

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cenazeyên şervanên YPG′ê Etiya Seyah (Serdar) û Rêzan Gabar (Delîl Resûl) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne ji nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Femandarê YPG′ê Mihyedîn Xêrikî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: ″Ji destpêka şoreşê ve ciwanên me tevlî nava refên YPG/YPJ′ê bûn da welatê xwe biparêzin û di vê oxirê de canê xwe feda kirin. Em soza rizgarkirina herêmê ji DAIŞ′ê û alîgirên wê nû dikin.″

Her wiha Hevserokê Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm jî axivî û destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk ku bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kiriye, yekîtiya gelên herêmê ava kir û wiha domand: ″Projeya Federal pirsgirêkên gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn çareser dike″.

Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatan jî soza şopandina rêya zarokên xwe nû kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşma “Şehîd Namirin” li goristanê hatin veşartin.