Cenazeyên her du birayên şehîd li Şedadê hatin veşartin

Şêniyên navçeya Şedadê, her du birayên şehîd Elî û Fadil Xidêr bi merasîmeke bi heybet spartin axê.

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê cenazeyên şervanên YPG'ê Elî Xidêr (Şebeh Şedadê) û Fadil Xidêr (Edî Şedadê) ku 4'ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê rakirin û birin goristana şehîdan a navçeya Şedadê.

Li goristanê merasîmeke leşkerî pêk hat û piştre ji fermandarên YPG'ê Elî Hesekê axivî. Fermandar Hesekê sersaxî ji malbata her du birayan re xwest û got, cangoriyên azadiyê ji bo rizgarkirina gel ji zilmê canê xwe feda kirine.

Elî Hesekê anî ziman ku her du birayên şehîd di heman eniyê de cih girtin, li dijî DAIŞ'ê şer kirin û gelê herêmê rizgar kirin.

Elî di dawiya axaftina xwe de soz da ku wê timî li ser şopa têkoşerên azadiyê bin.

Piştî axaftinan nasnameyên her du cangoriyan hatin xwendin, radestî malbata wan hatin kirin û cenazeyên wan li ber tilîliyên dayikan hatin veşartin.