Cenazeyên du şehîdan li Dêra Zorê hatin veşartin

Cenazeyên şehîdên QSD'ê Abdullqadir El Cibêrî û Omer El Qasim, li goristana Şehîd Hanî ya bajarokê El-Bisêra hatin veşartin.

Cenazeyên şervanên QSD'ê Abdulqadir El-Cibêrî û Omer Qasim ên di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê hate rakirin û birin bajarokê El Bisêra yê li rojhilatê Dêra Zorê.

Li ber Goristan Şehîd Hanî ya bajarokê El-Bisêra, girseya gel pêşwazî li karwanê şehîdan kir. Merasîma li goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî merasîmeke leşkerî li dar istin. Piştre yek ji fermanarên QSD'ê Genco Amed li merasîmê axivî.

Amed di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got "Em weke QSD'ê soz didin ku em ê tekoşîn û berxwedana xwe heta dawiyê bidomînin."

Di dawiyê de wesîqetên şehadeta herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Paşê cenazeyên herdu pakrewanan li ber tilîlî û dirûşman li Goristana Şehîd Hanî hatin definkirin.