Cenazeyên du şehîdan hatin veşartin
Welatiyên Girê Spî cenazeyên du şervanên QSD′ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê, veşartin.
Welatiyên Girê Spî cenazeyên du şervanên QSD′ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê, veşartin.
Welatiyên bajarê Girê Spî li Çerxerêya Elem kom bûn, tevlî kawranê şervanên QSD′ê Bîlal Mihemed El-Mudehî û Mihemed Cûma Mihemed ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, bûn û berê xwe dan Goristana Şehîd Mehmûd Tumê.
Girseya gel dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ qîr kirin û alên QSD/YPG/YPJ/PYD′ê, Hêzên Asayîşê û Tirafîkê hildan.
Di merasîm de, Hevserokê Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî Hemdan El-Ebid, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Selahedîn Firat, Fermandarên YPG/YPJ/QSD/HPC′ê û Hêzên Xweparastinê amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa gundê Elî Baciliyê û TEV-DEM′ê, axaftin hatin kirin, di axaftinan de sersaxî ji malbatên têkoşeran re hat xwestin û bal hat kişandin ser rola şehîdan a di rizgarkirina herêmê ji terorê û belavkirina ruhê biratiya gelan de. Her wiha soza domandina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê hat dayîn.
Di dawiya merasîmê de, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşiman ve hatin veşartin.