Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê û gundewarên wê cenazeyên 6 şervanên YPG/YPJ′ê Rebiye Belûs (Cûdî Botan), Perwîn Ferho (Elefteriya Tolhildan), Siyamend Nasir (Xebat Dêrik), Mesûd Dorak (Dilgeş Botan), Mehmûd Nayman (Xwînrêj Cûdî) û Azad Donmiz (Gelhat Berxwedan) û Endamê Hêzên Asayîşê Ebdullah Ehmed ku di pêngava rizgarkirina Reqayê û Dêra Zorê de şehîd bibûn, ji Nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşerî ya ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Berhûm Hena axivî, soza şopandina rêya şehîdan da û diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan, xwîna gelên Kurd, Ereb û Suryan tevlîhev bû.
Her wiha Serokê Desteya Karê Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî di axaftina xwe de serkeftina hilbijartinên hevserokatiya komînan li gelên herêmê pîroz kir û diyar kir ku ev yek berhema fedekariya şehîdane.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdên azadiyê hatin xwendin, radestî malbatên wan ên soza domandina têkoşînê dan, hatin kirin.
Piştre jî cenazeyên şehîdan bi dirûşa “Şehîd namirin” ve hatin veşartin.