Cenazeyên 5 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 5 şervanên YPG′ê û Yekîneyên Antî-Terorê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Welatiyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 5 şervanên YPG′ê û Yekîneyên Antî-Terorê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Bi hezaran welatiyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê bi hemû pêkhateyên xwe ve cenazeyên 2 şervanên YPG′ê Hisên Mihemed (El-Seyid) û Umer Ceter (Demhat Cûdî) û 3 şervanên Yekîneyên Antî-Teror Selcok Korboz (Doro Melazkirt), Ehmed Îlter (Murad Sêrt) û Dogan Dodan (Birûsk Wêran) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dane, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanan ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Êrîş Cûdî axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û soza domandina têkoşînê da.
Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser Kenan Berekat jî anî ziman ku şervanên azadiyê di şerê li dijî terorê de, roj bi roj pêşve diçin û got: ″Wê hêzên me di demeke nêz de mizgîniya rizgarkirina bajarê Reqayê bidin. Bi rizgarkirina her herêmekê re, hêza me ya leşkerî, siyasî û dîplomatîk li ser asta cîhanî xurt dibe.″
Piştre nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şervanan bi dirûşima “Şehîd Namirin” û tilîliyan ve hatin definkirin.