Cenazeyên 4 şervanên azadiyê hatin veşartin
Li Goristana Şehîd Xebat Dêrik, cenazeyên şervanên YPG'ê, Fermandarên Partiya Çep a Tirkiyeyê, MLKP û QSD'ê bi merasîmekî heybet hatin veşartin.
Li Goristana Şehîd Xebat Dêrik, cenazeyên şervanên YPG'ê, Fermandarên Partiya Çep a Tirkiyeyê, MLKP û QSD'ê bi merasîmekî heybet hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên herêmên Dêrikê, Girkê Legê û gundewarên wê wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û cenazeyên şervanê YPG′ê Elî Mihemed Mizil (Şêr Zagros), Fermandarên Partiya Çep a Tirkiyê Mihemed Gurnas (Oolac Baiarguetarokhlo), Fermandarê MLKP Mizefer Kandemir (Dogan Kerîfî) û Fermandarê QSD′ê Nemet Turk (Baran Cûdî) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de Hevserokatiya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federal a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif û Mensûr Selûm, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.
Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê ku di nava refên YPG′ê de cih digire Mustefa Umer axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û wiha got: ″Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin, heta her çar paçeyên Kurdistanê azad dibin."
Fermandarê Partiya MLKP′ê jî soza şopandina rêya şehîdan nû kir û got ku ew ê heta nuqteya dawî ya xwînê, berxwedana xwe bidomînin.
Piştre jî Endama Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) Şoreş Xelîl jî diyar kir ku di kesayeta her çar hevalan de yekîtiya gelan tê xuyakirin û wiha domand: ″Armanca me rizgarkirina tevahî Rojhilata Navîn ji terorê û avakirina şaristaniya demokratîk e.″
Piştre nasnameya her 4 şervanên azadiyê hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Piştre jî cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.