Cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin

Xelkê Şedadê cenazeyên 4 şervanên Hêzên Xweparastinê ku li Deşîşa şehîd bibûn, veşartin.

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, endamên Rêxistinên Civaka Sivîl cenazeyên 4 şervanên Hêzên Xweparastinê Ehmed Mamon El Misrî, Ehmed Neîm El Xalid, Ehmed Mihemed El Mihemed û Hisên Seed El Ebdullah ku di 7ˋê Kanûnê de li Deşîşa şehîd bûne, veşartin.

Di merasîmê de endama Şaredariya Gel a Şedadê Nûr El Seîd axivî û got: "Bi destê xayînan zavayên welatê me şehîd bûn. Em bejna xwe li hember dayikên wan ditewînin. Em soz didin ku heta misogerkirina jiyaneke birûmet li ser şopa şehîdan bin."

Fermandarê Hêzên Xweparastinê Mueyed El Xidir sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Em ê rêya şehîdên xwe heta avakirina Sûriyeyek azad bişopînin."

Di dawiyê de wesîqeyên her 4 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.