Cenazeyên 3 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dicle veşartin.
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dicle veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên Arif Walî (Ebû Leyla), Egîd Silêman (Serhed Agirî) û Felî Efcî Gever (Firat Mezlûm) ji nexwşexaneya Şehîd Zozan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de, Endamên saziyên sivîl, Serokê Meclîsa Rêveber Enwer Mislim, Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen, Endama Rêveberiya Kongreya Star Newroz Kobanê, Endama Koordînasyona Kongreya Star Sara Xelîl, Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Malik Mîtan, amade bûn.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê Hêzên Antî-Teror Qehreman Têkoşîn axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza tolhildanê da.
Piştre Endama Koordînasyona Kongreya Star Sara Xelîl jî axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û got: ″Di vê rewşa hestyar a ku herêm tê re derbas dibe de, dewleta Tirk û çeteyên wê jî, gelek planên xwe li herêmê dide meşandin. Divê gelê herêmê yekîtî û hevgirtina xwe xurt bike.
Di dawiya merasîmê de, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.