Cenazeyên 2 şehîdên Reqayê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên YPJ'ê Hebûn Qamişlo û Warşîn Perwer ên di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Tirbespiyê hatin oxirkirin.

Şervanên YPG/YPJʹê jî di nava de bi sedan welatiyên Til Hemîs û Tirbespiyê denazeyên şervanên YPJʹê Rîhab Dehawî (Hebûn Qamişlo) Sêran Yûsif (Warşîn Perwer) ên di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûn wergirtin û bi karwanek ji wesayîtan birin goristana Şehîd Dilşêr a li Tirbespiyê.

Li dû merasîma li goristanê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed axivî û di kesayeta her du şehîdan de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn. Mihemed got, ew ê li ser şopa şehîdan bin.

Ji fermandarên YPJ'ê Sema Sariya jî berxwedana şervanan a li dijî komên çete bibîr xist û got, şervanên wan di xendeqên şer de gelek destketî bi dest xistine.

Di merasîmê de her wiha li ser navê malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Malbatan soz dan ku ew ê li ser şopa şehîdan bin.

Piştî axaftinan nasnmeya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên Şehîd Hebûn li goristanê spartin axê û cenazeyê Şehîd Warşîn ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo ve hate oxirkirin, da ku li wir were definkirin.