Cenazeyê yekemîn şehîda Hêzên Ewlekariya Hindirîn Fatima El-Xabûr spartin axê

Cenazeyê yekemîn şehîda Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakurê Sûriyeyê Fatîma El-Xabûr bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Xidir El-Hemeda hate veşartin.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakurê Sûriyeyê Fatima El-Xabûr li gundê El-Kisra yê girêdayî Dêrazorê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû.

Endamên Hêzên Ewlekariyê, bi hezaran şêniyên gundewarên Bakurê Dêrazorê cenazeyê têkoşer Fatima El-Xabûr ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristanaa Şehîd Xidir El-Hemade a bakurê Dêrazorê

Girseya gel di rêya ketina goristanê de karwanê cenaze bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re pêşwazî kirin. Li goristanê ji bo şehîdan deqîqeyekê rêz hate girtin, ji aliyê şervanên Hêzên Ewlekariya Hindirin a Dêrazorê, şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre li ser navê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Hevserokê Meclîsê Xesan Yûsif, li ser navê Hêzên Ewlekariya Hindirin a Bakûrê Sûriyeyê Şîlan Hesekê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Wefa El-Celal, li ser navê Oldarên Dêrazorê Mihemed Ehmed axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û qala têkoşîna Fatîma El-Xabûr kirin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Bavê şehîd Fatima jî got ku ew bi şehadeta keça xwe serbilind e û soz da  ku ew ê çeka keça xwe rake û li gel hevalên wê şerê terorê bike.

Şervanên Hêzên Ewlekariyê cenazeyê şehîd Fatima El-Xabur hilgirtin ser milê xwe û bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.