Cenazeyê Seydo ê di êrîşa dagirkeran de şehîd bûyî hate dîtin
Tîma taybet a girêdayî Heyva Sor a Kurd cenazeyê welatiyê bi navê Reşîd Ebdulhenan Seydo ji bin kavilan derxist.
Tîma taybet a girêdayî Heyva Sor a Kurd cenazeyê welatiyê bi navê Reşîd Ebdulhenan Seydo ji bin kavilan derxist.
Beriya du hefteyan mala Reşîd Ebdulhenan Seydo (43) a li gundê Bekaşa yê girêdayî navçeya Bilbilê rastî bombebarana balafirên Tirk hat. Lê ji ber ku herêm bênavber ji aliyê dagirkeriya Tirk ve dihat bombebaran kirin, tîmên Heyva Sor nikarîbûn xwe bigihînin herêmê.
Li gorî agahiyên hatîn bi destxistin roja 12′ê Sibatê gundê Bekaşê rastî bombebarana balafirên Tirk hat. Ji wê rojê ve agahî ji Reşîd qut bûn û ji ber êrîşan tu kesî nikarîbû xwe bigihîne gund.
Îro tîma Heyva Sor a Kurd xwe gihandin gund û tevî êrîşên dagirkeran, cenazeyê şehîd Reşîd ji bin kavilan derxistin.