Cenazeyê şervanên QSD’ê Faris û Piling hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên herêma Firatê û Minbicê cenazeyê şervanên QSD’ê Weyso Faris (Cûdî Kobanê) û Şiyar Hemze (Şiyar Piling) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê veşartin.

Bi hezaran welatiyên Firatê û Minbicê cenazeyê şervanên QSD’ê Weyso Faris (Cûdî Kobanê) û Şiyar Hemze (Şiyar Piling) ku bi koalîsyona navdewletî re kar dikirin û li Minbicê dema bi erka xwe radibûn di teqîna 16’ê Çileyê de şehîd bûbûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina şervanên Erka Xweparastinê destpê kir. Piştre Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û got: "Bi saya şehîdan em li welat bi azadî û rûmetî dijîn û me êrîşên hovane şikandin, lê pêwîste em destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şibilî jî axivî û anî ziman ku êrîşa hovane ya li Minbicê ji aliyê MÎT’ê ve bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê hate kirin.

Piştre nasnameya şehadetê yên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girsa gel bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan cenazeyê herdu şehîdan li goristanê veşartin.