Cenazeyê şervanê YPG’ê Seyîd Til Hemîs hate veşartin
Welatiyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê YPG’ê Seyîd Til Hemîs bi merasîmekê li Goristana Şehîd Raxib Etiye veşart.
Welatiyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê YPG’ê Seyîd Til Hemîs bi merasîmekê li Goristana Şehîd Raxib Etiye veşart.
Welatiyên navçeya Til Hemîsê û gundewarên wê, Endamên saziyên TEV-DEM′ê û Hêzên Asayîşê cenazeyê şervanê YPG′ê Ebdulhemîd Mihemed (Seyid Til Hemîs) ku di 18′ê Îlonê de, di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Raxib Etiye ya dikeve gundê Salihiyê ketin rê.
Li goristanê ji aliyê hêzên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê Salih Ebûş axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û da zanîn ku şehîdan ji bo avakirina jiyaneke azad û bi ewle canê xwe feda kirine û soza şopandina rêya wan da.
Piştre li ser navê TEV-DEM′ê Salih Xelef jî axivî û anî ziman ku bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, tu çareserî nehatiye dîtin û wiha domand: ″Şoreşa Rojava bi piştî gelek salên berxwedan û têkoşînê projeya Federaliyê ji bo çareserkirina aloziyê peyda kir. Pêkanîna hilbijartinan jî gava yekem a serkeftina vê projeyê ye. Ev serkeftin bi saya fedekariya şehîdan pêk tên. Em soza domandina têkoşînê didin.″
Di dawiyê de nasnameya şervanê YPG’ê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenaze bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tilîliyên dayîkan li goristanê hate veşartin.