Cenazeyê şervanê YPG’ê Metîn El Qela (Silêman Ehmed El Ehmed) yê 12’ê Cotmehê di operasyona li dijî şaneyên DAÎŞ’ê de li Dêrazorê bi giranî birîndar bibû û 16’ê Cotmehê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Egab El Eswed a li navçeya Til Koçerê hat veşartin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Koçerê merasîma li dar xist. Di merasîmê de şêniyên navçeyên Til Koçer, Çilaxa, Dêrik û Girkê Legê, endamên saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger û rûspiyên herêmê beşdar bûn.
Ji fermandarên YPG'ê Xalid Dêrik tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Gelek alî hewl didin bi rêya fîtneyan ewlehiya herêmê têk bibin, lê belê şêniyên herêmê ev plan têk birin û projeya xwe ya Rêveberiya Xweser parast."
Xalid Dêrik destnîşan kir ku şehîd Metîn El Qela ji bo rêgirtina li ber vegera DAÎŞ′ê canê xwe feda kir û got: "Ne ji fedakariyên wan bûye, em di nava aramî û aştiyê de nedijiyan.”
Xalid Dêrik di dawiyê de soza şopandina xeta şehîdan da.
Endamê Meclîsa Navçeya Til Koçerê Hisên El Elî jî anî ziman ku azadiya gelan bi fedakariya şêniyên wê wek şehîd Silêman tên mîsogerkirin û wiha got: " Şehîd pêşengên me yên manewî ne ku em hêz û israrê ji fedakariyên wan digirin. Em soza şopandina rêya wan didin ku destkeftiyên ku bi xwîna wan a pîroz hatine bidestxistin, biparêzin."
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Metîn El Qela (Silêman El Ehmed) hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganên "Şehîd Namirin" hat veşartin.