Cenazeyê şervanê YPG’ê Delîl Necar hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Delîl Neçar ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar hate veşartin.

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Delîl Necar ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ya Hesekê hate veşartin.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sûltana Seyîd, Fermandarê YPG’ê Zekî Kobanê û li ser navê TEV-DEM’ê Ezîz Elî axivîn.

Di axaftinan de ji malbatê re sersaxî hate xwestin û hate gotin ku bi saya keda şehîdan gel li herêmên bi ewle dijîn.

Li aliyê din di merasîmê de xwişka Şehîd Delîl Necar, Rûken Necar jî axivî û got ku birayê wî şehîdê hemû gelan e û îro roja rojbûna şehîd bû. Rûken diyar kir ku îro plana rojbûna şehîd dikirin lê bi şehadeta wî re merasîma oxirkirinê li dar dixin.

Piştre sicîla şehadetê ya şehîd Delîl Necar hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Delîl Necar bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.