Cenazeyê şervanê YPG'ê Amûdê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Polat Amûdê ku 28'ê Kanûnê di qezaya trafîkê de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Ji bo şervanê YPG'ê Feyad Feyad (Polat Amûdê) bi sedan kes li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê li hev civiyan.

Girseya gel cenazeyê şehîd rakir û berê xwe da Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl Hogir a li bajarê Amûdê.

Di dû merasîma leşkerî ya li şehîdgehê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Seyîd Ferso axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku wê li ser şopa şehîdan, armancên hemû şehîdên Bakurê Sûriyeyê û Rojava bi cih bînin.

Ji fermandarên YPG'e Agirî Jînda jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku wê heta nefesa xwe ya dawî axa pîroz biparêzin.

Apê şehîd Polat Kasir Feyad jî got, "Em bi şehîdê xwe serbilind in. Em ê li ser şopa wî bin."

Piştî axaftinê, belgeya şehadetê ya şehîd Polat Amûdê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd li ber qîrîna dirûşman hate veşartin.