Cenazeyê şervanê YPG’ê Şahîn hate veşartin

Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Hesen El-Deas (Sêf Şahîn) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê  Hesekê cenazeyê şervanê YPG‘ê Hesen El-Deas (Sêf Şahîn) yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî girseyî ya wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar ya li gundê Dawûdiyê ketin rê.

Li goristanê darbesta şehîd bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate pêşwazî kirin. Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG û Hêzên Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Endama Meclîsê Semîre Xalid axivî û destnîşan kir ku fedakariyên mezin yên ku şehîd pêşkêş dikin, ji bo pêkanîna ewlekariyê û parastina gelên herêmê ye. Bi saya keda şehîdan, me hevgirtina xwe ava kir û di yek çeperî de me şerê terorê kir.‘‘

Di merasîmê de her wiha ji Fermandarên YPG‘ê Zekî Kobanê axivî û ev tişt anî ziman “Em bejna xwe li hemberî  fedakariyên şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ditewînin. Şehîd Hesen li bajarê Humsê ji dayik bûye, tevlî nava refên YPG‘ê bû û ji cîhanê re wateya Netewa Demokratîk îsbat bike, ku bi fikir û felsefeya wê bawer bû.‘‘

Birayê şehîd Hesen, Husên El-Deas jî li ser navê malbata şehîd axivî û diyar kir ku malbata wan wê ji bo azadiya tevahî  gelan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fedakariyan pêşkêş bikin.

Di merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya Gerîlayê HPG‘ê bi navê Ebdulselam Xilêf (Selîm) ragihand yê ku di sala 1992`an de li herêma Xerzanê şehîd bûbû.

Di dawiyê de nasnameya  Sêf Şahîn jî hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.Piştre cenazeyê şehîd Hesen hat rakirin û di nava tilîliyên dayikan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re, hat veşartin.