Cenazeyê şervanê QSD’ê Xelîfe hate veşartin

Welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Elai Xelîfe (Elai Tebqa) bi merasîmekê li goristanê veşartin.

Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Elai Xelîfe (Elai Tebqa) ku li bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê şehîd bûbû, ji nexweşaneya Wetanî girtin û ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê cenazeyê şervanê QSD’ê Xelîfe ji aliyê dehan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Piştre ji b bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre Hevseroka Komîteya Parastinê ya Tebqayê Fatma Reşo, Endamê Rêveberiya Komîteya Karûbar û Malbatên Şehîdan Abdullkerim Ehmed, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Hamîd Ferec axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin. Axaftvanan gotin wê Efrînê ji destê dagirkeran rizgar bikin.

Piştre nasnameya şervanê QSD’ê Elai Xelîfe hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şervanê QSD’ê bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.