Cenazeyê şervanê QSD’ê Seyad hate veşartin

Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Dahir (Seyad) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi sedan welatiyên Çil Axa, Girkê Legê û Dêrikê cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Dahir (Seyad) ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandara YPJ’ê Canda Xêrkkî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza tolhildanê da.

Piştre li ser navê Yekîtiya Oldarên Misilman Şêx Sînan Ehmed axivî û wiha got; “Li ba xweda şehîd zindî ne. Di bihuştê de pileya herî bilind a şehîdan e, şehîdên ku ji bo welatê xwe û azadiya wî canê xwe fedakirine. We ronahiya ku erd û asîman ronî kiriye. Ji bîrkirina şehîdan xiyanet e û hezkirina wan di dilê me de amanet e. Ew hêjayî teqdîrê ne."

Piştre nasnanemeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya gerîlaya YJA-Star Ronak Edalet (Nêrgiz Salih) ku li Zapê şehîd bûbû eşkere kir.

Girseya gel cenazeyê şervanê QSD’ê Seyad bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.