Cenazeyê şervanê QSD’ê Hemze hate veşartin

Welatiyên herêma Kerama cenazeyê şervanê QSD’ê Hatim El-Hisên (Hemze) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Kerama cenazeyê şervanê QSD’ê Hatim El-Hisên (Hemze) ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar veşartin.

Girseya gel piştî ku cenaze li Qada Selama wergirtin bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Sêvdar a li gundê Cidêda ve ketin rê. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed El-Suhêl axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; “Şehîd ji bo azadî û aramiya gel canê xwe feda dikin.” Li ser navê QSD’ê Feysel Ezîz û ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Zagros jî axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîd Hemze li goristanê veşartin.