Cenazeyê şervanê QSD′ê Fedayî li Tirbespiyê hat veşartin

Welatiyên herêma Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Elî Ebdullah bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSD′ê Ehmed Elî Ebdullah (Fedayî) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Li goristanê ji bo cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Piştre li ser navê aziya Malbatên Şehîdan Karker Emîn, Fermandarê YPG′ê Mihemed Zêdan û li ser navê Meclîsa herêma Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku serkeftinên Rojava û Bakurê Sûriyê bi saya xwîna şehîd hatiye bidestxistin. Her wiha hate gotin ku bi yekîtiya gelê herêmê, destketiyên şoreşê têne parastin.

Birayê şervanê QSD'ê Ehmed Elî Ebdullah, Îsa Ebdullah jî axivî û wiha got: "Ez bi şehadeta birayê xwe serbilind im. Ez soza şopandina rêya şehîdan didim."

Piştre nasnameya şervanê QSD'ê hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Elî Ebdullah (Fedayî) bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.